'Sihirli Kalem' û Eşqa Min a Nivîsandinê


 

Di nivîsa yekem de min xwe dabû nasîn, qala bîranîna xwe ya fêrbûna Kurdî kiribû. Ev car jî ez ê qala eşqa xwe ya nivîsandinê bikim. Baweriyek di nav Kurdan de heye dibêjin "Kî fêrî nivîsandina tîpên bi sofîk (bi kum û kolos) dibe û hinekî jî ji cînavk û qertafokan fam dike pênûs dide destê xwe û dinivîse. (Erê dinivîse lê bibkêrî jarê jî nayê -bila ev jî rexneyek be da ku nebe kul û di dilê min de nemîne-)

 11-12 salî me ev car. Hîn nivîsandina min têrê nedikir ku bi Kurdî binivîsim. Ji ber wê min bi Tirkî nivîsandibû, çîrokek bû.

Pênûsek efsûnî hebû û te çi hêviyên xwe pê binivîsanda piştî ji xewa xwe ya ewil şiyar dibûy ew hêviya te pêk dihat. Lê piştî demeke kurt tiştên ecêb sosret dihatin serê te, tira reş bikî ne bi wê ecêbê! -Kesên li Samanyolu TV temaşe kirine dikarin texmîn bikin bê ka çiqas sosret in-

Yanî bi Kurtasî embazno; têmaya çîrokê ew bû ku divê tu her tiştî di wextê xwe de bijî. Li gor gundiyekî zimanekî xweş jî li ser min hebû. Hemû mamosteyên dibistana gund pir jê hez kirin. Min pîroz kirin filan. Piştî gotin û xweşkirinên wan ez bêtir lê sir bûm; binivsîn babam binivsîn. Min êdî xwe nedî, min çar çîrokên cuda jê derxistin. Min kir wekî rêze çîrok (Sihirli Kalem 1, Sihirli Kalem 2 hdw.)

Abê ez dinivîsim devê mamosteyan heft mîtro ji hev vedibe. Kêfa wan jê re tê. Bi wan çîrokan min xalat stand, pirtûkek dan min. Ew xelata min a yekem bû. Ji dilê safî dibêjim; ji bo namzetekî nivîskariyê xelata yekem ku ji ber nivîseke xwe qezenc kiribe hesteke bêhampa ye.

  Bi çîroka xwe ya yekem, min xekata xwe ya yekem standibû. Poz û qûna min na lê serê min bilind kiribû vê yekê. Êdî profesyonel difikirîm. Divê pirtûkeke min hebûya. Rabûm min çend çîrokên din jî lê zêde kir. Min dosye da destê xwe û çûm bajêr. Bawerkin cara yekem e ji gund bi tena serê xwe derdikevim. Bigere babam bigere. Li hemû qirtasiyeyan geriyam, hemûyan jî gotin "Em nikarin pirtûka te çap bikin." Law kesî ji min re jixwe negot ev der ne cihê çapê ye. Herî dawî kalelî aqil da min, go; "Xorto qirtasiye pirtûkan difiroşin çap ne karê wan e." Mala Xwedê ava yekî zana derketibû:
-Ez ê li ku çap bikim xalo?
Xalo bi min re derket ber derî destê xwe yê çepê danî ser milê min û dest pê kir, go;
-Haa di wê zavoqa teng re derbas bibe, di wir de hinekî her(e). Li wir reklamcî heye, ew pirtûka çê dikin.

Kalo bi tiliyan tarîf kir ez bi 2 saetan negihîştimê. Êdî nizanim derdê kalo çi bû. Welhasil çûm cem reklamcî ew der jî fiyaako bû. Kesî pirtûka min çap nekir. Vegeriyam malê û min ji xwe re pirtûk çêkir.  Min pêşî berg û merg xêz kirin, reng danê û serê bi japonê naylon kir. Paşê 'binivîse babam binivîse'.

Piştî hatim Stenbolê ji ber min wenda bû pirtûka min a yekem. Pir li berê ketim. 10 roj berê ji bo du mehan li Batmanê bûm. Roja dawî xwişka min gazî min kir. Ez çûm, pirtûka min a yekem dîtiye. Wek zarokê min ji ber min wenda bûbe û paşê min ew dîtibe. An jî wek min fera din a gora xwe dîtibe, ewqas şa bûm. Rêzeçîroka Sihirli Kalem hîn jî bi hemû versiyonên xwe tê de bûn. Lê yên din mixabin wenda bûbûn. Ji bo we min wêneyê bergê jî kişand.



Yanî ji bo min nivîsandin eşq e hevalno, dev ji vê eşqê bernadim. Lê heta ku ez bi xwe nebêjim "Aha ev pirtûk hêjayî wêjeya Kurdî ye" ez ê neçim ber deriyê çapxaneyan, ez ê her li ber deriyê qirtasiyeyan bigerim. :) û ji kalo re jî spaadar im, belkî bi xêra wî ye wisa reklam bala min dikişînin û ez jî lewma serê xwe pê re diêşînim. We go çi?

KA LI VAN JÎ BINÊRE

2 Şîrove

  1. Saet xweş, dibêjin 'divê eşq yek be' le ew dûblajên te jî pir serkeftî ye :) bloga te ser xêrê û her dewam be :)

    YanıtlaSil
  2. Çavê te ronî be, berg jî berg e ha :) destxweş

    YanıtlaSil