Gernas Nenas kî ye?

Kî ye ev Gernas, navê wî di nasnamê de çi ye gelo?

Netirsin, ez ê qala tiştên min kirine an jî min dixwest lê min nekirin nekim ji we re. Ji ber ku heta îro Kurdî ji bo min dildarî bû, lewma ez ê mineta karên ku min bi dildarî kirin ji we nekim. De fermo!

Beriya ku qala navê Gernas ku min li xwe danî bikim dixwazim em herin 8-9 saliya min. Ji ber ku cara pêşî min di wan salan de Kurdî xwendibû. Di Nokia 3310'a kurê apê min de kesek bi navê "Xalo" hebû. Wisa fêrî tîpa "X" bûbûm. Lê bi rastî pir li zora min diçû ku di Tirkî de "Ğ" ye lê bi Kurdî "X" ye. Tîpa "W" jî  eta min nîşanî min dabû. Berê li dibistanan ev tîp dihat nasandin û ne wek Îngilîzî bi awayê 'Dabilyû' jî rasterast wekî 'we' dihat nasandin. Balkêş e ne wisa? De vegerin mijarê...

Rojekê aciz bûm û ji xwe re li nava gund digeriyam. (Bi gotina bavê xwe; li xesara digeriyam) Dema gihîştim ber tenûra mala Apê Hecî Resûl min li wir salnameyekê dît. Hinekî kevin bû lê nivîs dihatin xwendin. Min ku xwend, ez çi bibînim? Salname bi Kurdî ye hevalno. Navên bi Kurdî, hedîsên bi Kurdî, pêkenokên bi Kurdî tê de hene. Di hin rûpelan de jî agahiyên derbarê tendûristiyê hebûn. Laşê mirovekî xêz kiribûn û bi Kurdî dabûn nasîn. Lê baş tê bîra min ku dewsa 'mil' de 'pî' nivîsandibûn. Niha pê dizanim ku ew bi Mêrdînkî ye. Îcar di rûpelekê de pênasa çêkirina xwarinekê jî hebû, ni wir fêrî tîpa ê û nivîsandina "xwê" bûbûm. Pir bala min kişandibû heta "x" û "w" nedihatin cem hev bi rastî jî nedibû xwê. Min "xe" ceriband, "we" ceriband nedibû. Lewma piştî hînî nivîsandina "xwê" bûm bi kelecan ketim nav nivînan û min lihêfê bi serê xwe de kişand û ketim xew. Dotira sibê min ji hevalên xwe dipirsî bê ka "xwê" çawa tê nivîsandin. Wan jî wek min gelek tiştan ceriband lê tê dernexistin, ew roj min xwe pir jîr hîs kiribû. Bi vî awayî eşqa Kurdî kete dilê min.

Di sala 2008'an de hatim Stenbolê ji bo lîseyê. Bi roj dibistan bi şev jî wekî herkesî diçûm înternet qafeyê. Lê wekî herkesî bi lîstikan nedileyistim, min Kurdiya xwe bi pêş dixist. Wekî berê Facebook filan jî tunebû di nav xelkê de, lê malperên Kurdî hebûn min ew dixwendin. Piştî demeke dirêj vegeriyam Batmanê, gundê xwe. Li wir diçûm Kurdî-Derê perwerdeya Kurdî. Ji ber ku asta yekem ji min re rehet dihat Seyda (Mamoste Zibêr) destûr dabû ku asta yekem û ya duyem bi hev re bixwînim. Li wir min gelek kesên hêja nas kirin. Roşeng Rojbîr, Şêxo Filîk, Arîn Zîn û çend kesên din jî.

Neyse canim, piştî ku asta yekem û duyem bi dawî bû îcar dor hat ser standina sertîfîkayan. Wê rojê qet jibîr nakim. Dê sertîfîkaya asta yekem Arjen Arî bida û ya asta duyem jî Zana Farqînî (Heta wê rojê min digot qê Zana jin e). Min jî derbarê ziman de nivîseke biçûk amade kiribû da ku derkevim ser dikê û bixwînim. Lê dema ku Arjenîka (Arjen Arî) navê min xwend û gazî min kir ji kelecanê ez heliyam, min deng nekir û xwe kerr kir di cihê xwe de, poşman im hevalno. Rojeke pir taybet e ji bo min, di heman rojê de him ji destê Arjen Arî him jî ji destê Zana Farqînî min spasname standibû.  Wêne jî hebûn lê piştî hesabê min ê Facebookê hat girtin çûn ew jî.

Navê Gernas jî ji wan rojên Kurdî-Derê ma. Beriya navê Gernas min gelek nav ceribandin; S... Batmanî, Dilbirîn S..., Dilbirîn Birîndar, Birîndar S..., Xemgîn Xemrevîn. Ev navên min ên Facebookê bûn. Rojekê piştî Kurdî-Derê ji Batmanê diçûm gund, cînarekî me yî zimandirêj jî bi min re di heman dolmîşê de bû. Û êdî keye behsa. Ji penêrê  bi sîr dest pê kir bi fileyên xwe vedişêrin qedand. Herî dawî ji min pirsî bê ka navê min ê partiyê çi ye. Min got "Navê min tune ez jî ji xwe re li nava digerim". Tu yê bêjî qê ev deh sal in li benda wê rojê bû, hema got "Gernas" ji min re, "Gernas be bila navê te". Kêfa min pir jê re hat lê min ev jê re negot.

     Ji ber ku navê min î nasnamê bi Erebî bû min jê hez nekir, li navekî Kurdî digeriyam. Piştî pêşniyara gundiyê me yî zimandirêj min navê Gernas li xwe danî, ji ber ku seksî xuya bibe jî min Nenas lê anî. Bi vî awayî Gernas Nenas derket holê. Lê hûn dizanin pirsgirêk çi ye? Ji ber ku navê min bi Erebî ye ez jê direviyam îcar Gernas ji wî bêtir bû. Piştî ku min bi vî navî di Azadiya Welat de nivîsandibû ez hîn bûm ku Gernas ji du peyvên Erebî û Farisî pêk tê. Lê tiştê çû nede dû canim.

KA LI VAN JÎ BINÊRE

12 Şîrove

  1. çîroka navê min jî hema bêje wek ya te ye, lê niha ew roj ba min ê ev nav lixwe nedanîba. :(

    bloga te ser xêrê be, pirtûk :)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Spas dikim. Hay ji min hebe, ez di blogeriya Kurdî de wenda nebim. :D

      Sil
  2. Bloga te ser xêrê be. Te pir xweş nivîsiye , min bê hilm carekê de xwend. Destên te sax.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Gelek spas dikim, xwendina vê şîroveyê kêfxweşiyek mezin e.:)

      Sil
  3. Bi xêr û xweşî be akûbat jî serê min. Çi evînek pîroze hezkirina zimanê dayik. Gerdûn govendê digire stêrk zêdetir bi şewq..her wekî li te jî pir hatiye keda te sax be berdewamiya nivîsan dixwazim.

    Cîger

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Mala te ava. Ez jî li benda bloga te me. De keremke were. :)

      Sil
  4. Nivîsekî xweş bû rêya te vekirî be

    YanıtlaSil
  5. Bloga te li ser xêrê be Gernas,

    Reklama bloga te ji navê te seksîtir e, de îcar bi xwe bifikire ku te tiştekî çi har û hardcore kiriye.

    Hez û hurmet.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Mala te ava be. A rast hêviya min ji reklamê ewqas tunebû. Lê digel ku tu zêde mijûl î jî te rakir û hanî cir xuya ye baş çê bûye. Mala lîstikvanan ava be. :)

      Sil
  6. Bloga te ser xêrê be Gernas,
    diyar e nivîsên te bi rêk û pêk û hûrikane û herîkbar be.Ez jî çîroka navê Roza bêjim? Na na nebêjim:)

    YanıtlaSil